ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-3-2024
6 adar, 2024   02:00

Şervanên YPG û YPJ’ê diyar kirin ku 8’ê Adarê ne tenê roja pîrozbahiyê ye, di heman demê de roja berxwedan û bilindkirina têkoşînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD`ê Foza Yûsif destnîşan kir ku têkoşîna jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê planên zayendperestan têk dibe ku jin hemû rojên salê dikin 8`ê Adarê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Diyardeya şaristaniyê ya tijî otorîter, jin, civak, malbat, zarok û jiyana civakî, ji cewhera xwe ya civakî dûr û ji bikaranîna mafên xwe yên cewherî û civakî, di nava dîwarên pergala desthilatdar de, dîl kiriye. Ya ku kir takekes xwe ji malbat û civakê dûr bixe, diyardeya bajarîbûn û şaristaniyê ye ku li ser paşxaneya civaka çandinî û gundî ava bûye, ya daye pêş û bal kişandiye ser jî ew e; têkiliyên bazirganiyê, bazar, kirîn û firotina li ser hesabê nirxên civakî. (BI WÊNE)

Şêniyên gundên kantona Minbicê yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin diyar kir ku ew hêza xwe ji hêzên leşkerî yên ku sînor ji êrişan diparêzin, werdigirin. Şêniyan destnîşan kir ku ew tu carî dev ji xaka xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanekî ji Reqayê mala xwe kir muzexaneyeke biçûk ku tê de gelek tiştên folklorî yên bajarê Reqayê bi cih bûne. Hin ji wan tiştên  kevnar temenê xwe digihînin 100 salî. Ew hewl dide bi rêya berhevkirin û komkirina van tiştên kevnar çanda gelêrî biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Jinan a Meclisa Bajarokê Mistefawiyê ya Girkê Legê li avahiya meclisê pêşangeha alavên mrasîê vedike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Jinan a herêma rojhilatê Dêrazorê bi boneya 8ˊê Adarê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê li çaxerêyên li Minbicê bi heman boneyê dest bi hemleya paqijiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Kantona Firatê bi boneya 8ˊê Adarê li parka giştî ya li Eyn Îsayê şahiyekê li dar dixe, saet 11:00ˊan, her wiha jinên kantonê serdana bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin û vê boneyê li wan pîroz dikin, saet 11:00ˊan, li navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê Kongra Star li Perestgeha Azadî şitilan diçîne, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi sernavê ˊJina Sûriyeyê ji krîzan destpêkan ava dike ku bibe sernavê hêviyêˊ li Zanîngeha Yekitiyê ya kantona Reqayê panelekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevbendiya Rêxistin û Saziyên Civaka Sivîl li Çerxerêya Şehîd Yûsiv Gulo ya Qamişloyê hemleya çandina şitilên daran li dar dixe, saeta 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya 8ˊê Adarê dest bi kernevalekê dike, saet 14:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Girkê Legê bi boneya 8ˊê Adarê semînerekê ji bo danasîna 8ˊê Adarê li nivîsgeha xwe ya li navçeyê dide, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA