Nêrînên şervanên YPJ/YPG’ê yên 8’ê Adarê

Şervanên YPG û YPJ’ê diyar kirin ku 8’ê Adarê ne tenê roja pîrozbahiyê ye, di heman demê de roja berxwedan û bilindkirina têkoşînê ye.

Nêrînên şervanên YPJ/YPG’ê yên 8’ê Adarê
6 adar, 2024   02:35
HESEKÊ
ÎSYAN HOGİR

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ANHA’yê re nirxandin. 

Şervana YPJ’ê Çekjîn Efrîn: 8’ê Adarê ji bo me roja serbilindiyê ye. Em wekî YPJ’ê tenê parastina jinên di nava şoreşê de cîh digirin nakin, em parazvanên hemû jinan in û dixwazin xwe bigihînin hemû jinan. Bi salane jin li hemberî zordariya zilamê serdest tekoşîn dikin. Îro bi hezaran jin ji bo azadiya xwe dadikevin qadan û serî li hember zordariyê radikin.

Şervanê YPG’ê Rojhat Memûrek: 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. 8’ê Adarê roja jinên têkoşer û kedkar e; di rastiyê ye rojeke bi êş e. Têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe ev roj afirandiye. Jinên pêşeng û têkoşer dijî pergalê bi wêrekî têkoşiyan, lewma  her dem bi êrîşan re rû bi rû mane. Qetilkirina mezin di roja 8’ê Adarê de li ser jinên kedkar çêbûye. Rojeke bi êş e, lê di heman demê de roja lûtkeya têkoşînê ye.

Şervana YPJ’ê Zîlan Efrîn: Ev roj tenê rojek pîrozbahiyê nîn e. Ji wê zêdetir wekî roja têkoşîna li hemberî desthiladariya zilam û dewletê dikare bê pênasekirin. Dijmin bi hemû aliyan ve tundiyê li jinê dike. Ev roj li hemberî desthiladariya hêzên hegemon, roja têkoşînê ye, roja bilindkirina têkoşinê ye.  

Şervanê YPG’ê Mîtan Hesekê: Bi felsefeya Rêber Apo re heqîqeta jinê, dîrok û kesayeta wê ji nû ve hat pênasekirin. Di kesayeta jinên Kurd ên weke Şehîd Azîme, Ayişe, Fîdan, Sakîne Cansiz û Nûda de têkoşîn mezin bû, heta roja îro hat û li cîhanê deng veda. Em 8’ê Adarê li hemû jinên têkoşer û berxwedêr, li hemû qadên ku jin têkoşîn dikin pîroz dikin.