ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-1-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-1-2024
6 ÇILE, 2024   02:00

Siyasetmedar Fîras Qesas diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyeyê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û xirabkirina jiyana wê ya civakî ‎ye. Qesas bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan spart berjewendiyên siyasî.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzeran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên mirovî ‎dike û hirmeta olan binpê dike.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed diyar kir ku tawanên li dijî muwekîlê wan ne rast in û got asayîşa ‎PDK’ê rê nade ku ew muwekîlê xwe bibîne.‎

Lêkolîneran diyar kir ku pêkanîna aştiyeke mayînde li Yemenê girêdayî ‎siyasetên Riyad û Tehranê.‎

Xelkê Qamişloyê cenazeyê endamê rêvebera Hêzên Parastina Cewherî Elî Hewas Doko, şervanên hêzên Komandos Omer Akob El Seîdo oxir dikin, her wiha merasîmeke xiyabî ji Faris Ayid El Faris re ku di 25′ê Kanûnê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî cihên stratejîk ên Qamişloyê de şehîd bûbû, li dar dixe. Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dikeve, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Amûdê û bajarokên wê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cuma Osman Hisên ê ku di encama krîza dil de di 4′ê Çileyê de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir dikin, saet 10:00′an, her wiha merasîma sersaxiya malbata şehîd li Yarîgeha Şermola ya Amûdê li dar bikeve, saet 12:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya piştgiriya pêngava ′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriyasiyasî′ de Meclisa Navçeya Til Hemîsê civîneke girseyî li navenda çandê ya navçeyê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ′Bi hev re gihandina çandiniya komînalî ekolojîk′ Desteya Çandinî û Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Şeto ya Hesekê forumekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jin a PYD′ê bi boneya salavegera şehîdbûna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê civînekê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA