’Aştiyeke mayînde li Yemenê girêdayî siyasetên Tehran û Riyadê’

Lêkolîneran diyar kir ku pêkanîna aştiyeke mayînde li Yemenê girêdayî siyasetên Riyad û Tehranê.

’Aştiyeke mayînde li Yemenê girêdayî siyasetên Tehran û Riyadê’
6 ÇILE, 2024   08:23
QAHÎRE
MUHSIN EL MISIRÎ

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet ji bo Yemenê ragihand ku aliyên bi nakok ên Yemenê pabendî agirbestê bûne û dest bi pêvajoya aştiyê kirine. Têkildarî vê daxuyaniyê û siberoja Yemenê lêkolîneran ji ANHA`yê re axivîn. 

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Mihemed Ebadî diyar kir ku ji dema lihevkirina Erebistana Siûdî –Îranê ya ku bi sponeriya Çînê ya Adara borî pêk hatibû ve êdî diyar e ku çareserkirina aloziya Yemenê û bidawîkirina şer berhema yekemîn a vê lihevkirinekê ye. Ebadî got, ev yek di kêmkirina operasyonên leşkerî û pabendîbûna tevahî aliyên yemenî bi agirbesta navneteweyî de diyar dibe.

Mihemed Ebadî anî ziman ku daxuyaniya nûnerên Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê Hans Gurnburg a ’tevahî aliyan tev li proseya aştiyê bûne’  normal bû û wiha domand: "Çend beriya vê daxuyaniyê Hûsiyan demek ji bo îmzekirina peymana aştiyê li gel Erebistana Siûdî ragihandibû. Erebistana Siûdî jî ev pêngav erênî nirxand."

Li gorî Ebadî, bibe ku peyman ji bo demekê aştiyê mîsoger bike, lê ev aştî ji bo demeke dirêj ne mîsoger e. Ebadî wina dom da nirxandinên xwe: "Hûsê dê destê dirêj ê Îranê li Deryaya Sor û Tengava Bab Mendib bimînin. Eger Îran pabendî aştiyê bibe hingî wê Hûsî jî mecbûr bimînin pabendî aştiyê bibin. Lê eger alozî navbera Îran û hevrikên wê yên li herêmê, di serî de Erebistana Siûdî de derkevin, dê hûsî mîna lepikê Îran be û li gorî plana wê tevbigerin."

BERJEWENDIYÊN NAVNETEWEYÎ

Lêkolînerên kar û barên navneteweyî Samî Emar jî jî got: "NY’yê aliyekî navbeynkar e, ne avakara biryara bidawîkirina şerê li Yemenê ye, lê belê avakarên biryarê li Tehran û Riyadê ne."

Samî Emar diyar kir ku Riyadê di dema dawîn de berê siyaseta xwe da aramkirin an jî normalîzkirina têkiliyan bi Tehranê re. Emar serdana wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî ji bo Îranê ya Tîrmeha 2023’yan pêk hatibû wekî rûpeleke nû di siyaseta derve ya Erebistana Siûdî de nirxand û destnîşan kir ku dibe ku ev nêzîkatî veguhere aştiyeke rasteqîn ji bo Îranê.

Emar desnîşan kir ku îmkana pabendîbûna bi proseya aştiyê xwe dispêre guhertina xeta siyaseta Tehranê ya li dijî Riyadê û got, bûyerên ku dibin di navendên siyaseta Îran û Erebistana Siûdî tên sazkirin.

Lêkolîner Samî Emar anî ziman ku di aştiya  li Yemenê de gelek ta li hev digerin û wiha pê de çû got: "Bawer nakim di demeke nêzîk de aştiyeke mayînde li Yemenê pêk were, nemaze ku li Necranê nakokî di navbera Siûdî û Yemenê de hene, ji vê zêdetir berjewendiyên Îmaratê li Kendavê hene."

Li gorî lêkolîner Samî Emar: "Kirinên Hûsiyan ên li hemberî tevgera navîgasyona navneteweyî bandor li aloziyê kir, nemaze ku berjewndiyên stratejîk ên Brîtanya û DYA’yê hene ku Deryaya Sor û Qenala Siwêş kerîdorên deryayî yên ewle bimînin. Gefên Hûsiyan ên li ser van kerîdoran, DYA neçar kir ku zêdetir destwerdanê li Yemenê bike û li ser vê yekê DYA’yê beriya çend rojan bi dronan êrişî hin endamên Hûsiyan kir da ku nehêlin nêzî keştiyên şirketên barhilgir ên têkiliyên wan bi Îsraîlê re  hene, bibin."

Lêkolîner Samî Emar anî ziman ku tevlêbûna DYA’yê li qada Yemenê dê tevliheviya li hundirê Yemenê zêdetir bike û di encamê de dê Hûsî çareseriyeke aştiyeke bo demekê nêzî red bikin.

(bb)