ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-7-2024
![ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-7-2024](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6686fcb228305.jpg)
Jinên Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk tu carî nikar e bigehej e aramca xwe ya tunekirina gelan. Jinan gotin, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker divê têkoşîna jinan xurtir be.
Tirkiye û çeteyên wê di meha Hezîranê de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê 18 kes qetil kirin, bi dehan kes revandin, êşkence kirin, li hemberî zarokan destdirêjî kirin.
Hin welatî dema diçin seyrangehan çopê diavêjin û li şûna xwe dihêlin, ev yek jî ji welatiyên ku bixwazin biçin seyrangehan re nerihetiyê çêdike, bi taybet parastgeha Mizgeftê.
Li Komeleya Çandî ya Suryanî fêrî muzîk û folklora xwe bû. Niha jî li heman komeleyê perwerdeya govendê dide.