Jinên Efrînê: Heta vegerê em ê li ber xwe bidin
Jinên Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk tu carî nikar e bigehej e aramca xwe ya tunekirina gelan. Jinan gotin, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker divê têkoşîna jinan xurtir be.
![Jinên Efrînê: Heta vegerê em ê li ber xwe bidin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_6686fc1238b2a.jpg)
Jinên ji Efrînê yên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçberî Şehbayê bûne, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û diyar kir ku armaca dewleta Tirk ji êrişan tunekirina gelan e û dûrxistina wan ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.
Nesrîn Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got: "Dewleta Tirk wê nikaribe me tune bike. Em ê hebin, ji ber ku em bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne. Dewleta Tirk tu carî nagihêje armaca xwe."
Xatûn Hesen jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dixwaze gelan tune bike û projeya Rêveberiya Xweser dike armance.
Xedîce Mihemd jî diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dê nikaribe berxwedan û têkoşîna gel têk bibe û got: "Revahî gel bi hev re xaka xwe biparêze."
Emîne Mistfa Osman jî destnîşan kir ku tevî ku hatine koçberkirin dewleta Tirk rojane êrişî herêmê dike û got: "Dewleta Tirk dixwaze carek din gel bide koçberkirin. Hedefa dewleta Tirk ji erîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê têkbirina projeya biratiya gelan e. Lê belê Tirk tu carî nikar e bigihêje armaca xwe. Em tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dijîn, em ê têkoşîn bikin û axa xwe biparêzin. Em tu carî ji Şehbayê dernakevin. Em ê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin."
(bb)
ANHA