ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-10-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-10-2024
5 cotmeh, 2024   02:00

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hestê bi mîlyonan Kurdistanî û alîgirên wan rakir. Ji dîroka destpêkirina komployê ve têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bi dawî nebûye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê yek ji berhemên vê têkoşînê ye.

Hîna jî çîrokên berxwedana efsanewî ya Kobanê tên vegotin. Ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mîrkan ku di berxwedana Kobanê de çalakiyeke fedaî kiribû, qala wê berxwedaê kiribû.

Desthilata AKP-MHP'ê bi polîtîkayên nû yên bi navê qaşo Pêvajoya Çareseriyê xwest pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Bi hevdîtinên Osloyê re hewl dan qaşo bi însiyatîfeke aştiyê Rêber Apo bê bandor bikin, lê ev qaşo  hewldana aştiyê dûrî encaman bû.

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk li ser jiyan û têkoşîna şehîf Nagîhan Akarsel got “Nagîhan Akarsel pêşniyar dikirin û pêk dianîn. Bi wate û stratejîk dijiya.”

Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Sûriyeyê bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" meşeke girseyî li bajarê Hesekê li dar dixe ku saet di 9:00`an ji çerxerêya Îtfaiye destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevger Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li dar dikevin de, meşeke pêyayî li kantona Firatê ji bo 2 rojan li dar dixe ku ji bajarokê Çelebiye saet 9:00`an det pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê têkildarî tundiya li ser jinan û Komploya Navneteweyî semînerek bi dirûşma "Li dijî tundiyê û komploya, jin, jiyan, azadî" li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Amûdê li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir cenazeyê şehîd Salih Xelîl oxir dikin saet di 9:00`an de û piştî merasîma oxirkirinê berê xwe didin gundê Bilîqiyê ji bo ku sersaxî bidin malbata şehîd. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yektiiya Jinên Ciwan a Helebê têkildarî Komploya Navneteweyî civînekê li hola Civînan a 8`ê Adarê li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî daxuyaniyekê li pêşiya avahiya meclisê ya li bajarê Qamişloyê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd li bajarê Girkê Legê dest bi kampanya komkirina alîkariyan dike saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Qamişloyê cenazeyê şehîd Maşûq Serbaz Mihemed li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 11:00`am de/ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Şehîd Arîn a Şanoyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi dirûşma "Arîn… keziyên aştiyê" dest pê dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê li Çilaxa têkildarî Komploya Navneteweyî 2 civînên cuda li dar dixe ya yekê li navenda bajarê Til TEmirê saet di 11:00`an de û ya din li gundê Agnîş saet di 17:00`an de. Li bajarokê Til Biranê PYD`ê civînek li gundê Esîbix saet di 12:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê (KPC-D) bi boneya Cejna Mamosteyan a Cîhanê şahiyek di dibistana şehîd Cûdî Amanos a taxa Eşrefiye de li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Parêzeran a Ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi koordîneya Rêxistinên Civaka Demokratîk bi dirûşma "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" panelek hola navendî ya Yekitiya Parêzeran a Reqayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Parêzeran a Ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi koordîneya Rêxistinên Civaka Demokratîk bi dirûşma "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" panelek hola navendî ya Yekitiya Parêzeran a Dêrazorê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)