Şehîd Nagihan Akarsel li Helebê hat bibîranîn

Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Helebê şehîd Nagihan Akarsel di salvegera 2'yemîn a şehadeta wê de li Mala Xwendinê ya bi navê wê, bi bîr anî.

4 cotmeh, 2024   22:02
HELEB

Îro salvegera 2'yemîn a şehadeta endama Akademiyên Jineolojî Nagihan Akarsel e ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû qetilkirin.

Girêdayî wê, Navenda Lêkolînan a Jineolojaî ya Helebê bi çalakiyekê li Mala Xwendinê şehîd Nagihan Akarsel bi bîr anî. Tê de bi dehan endamên saziyên sivîl, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û xwendevanên Mala Xwendinê beşdar bûn.

Di serî de belgefîlmek li ser jiyana şehîd Nagîhan û destkeftiyên ku wê di jineolojî de pêşkêş kirine, hat pêşandan.

Piştre jinên ku ji aliyê şehîd Nagîhan ve hatine perwerdekirin axivîn.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Nisrîn Mihemed diyar kir ku wê bi rêya şehîd Nagîhan zanista jineolojî nas kir.

Hevseroka Mala Êzîdî ya Helebê Roşîn Mûsa destnîşan kir ku wan di şexsa şehîd Nagihan de jina azad a têkoşer a ku her tiştê xwe ji bo azadiya jinan feda kiriye, didît.

Endama Kongea Star Fatme Hesen diyar kir ku şehîd Nagihan mamosteyeke xwedî mîraseke dirêj a di zanista jineolojî de bû.

Her wiha li dawiyê nûçegihana ajansa JIN NEWS a Helebê Mîdya Miqdad helbestek li ser mîrasa şoreşgerî ya şehîd Nagihan xwend.

(mh)

ANHA