ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 1 – 2025
5 ÇILE, 2025   02:00

Rûspiyê êla Teya Hewas Cidê got ew piştgiriya perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên sepandina aştiyê dike û diyar kir ku nirxandina van perspektîfan ji aliyê tevahî gelan ve, gelekî girîng e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl got êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şert û mercên ji nû ve derketina şaneyên DAIŞ`ê yan jî vejandina DAIŞ`ê amade dikin.

Şêniyên bajarê Til Birakê piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û bal kişand ser girîngiya yekrêziya gelê Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser esasê edalet û wekheviyê.

Koçberên Efrînê diyar kir ku piştî ew qas zehmetî û sûc dîtine, tu carî wan kiryaran ji bîr nakin û di xeyalên wan de dê her tim zindî bin

Rojnameyên erebî diyar kir ku serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şerî "El Colanî" hewl dide kom û serokên wan bixe nava artêşa Sûriyeyê da ku piştre li dijî wî dernekevin, lê Ewropa desthilata Îslamî li Sûriyeyê qebûl nake, li aliyekî din jî metirsiyên vegera DAIŞˋê di sala nû de hene.

Xelkê kantona Tebqa cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Sarî Ebdulhemîd Ebdullah û şehîd Luey El Şêx li goristana şehîdan defin dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Taha Elî El Hisên li goristana Şedadê defin dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina pêşeroja Sûriyeyê, ji aliyê perspektîv û nirxên olî ve, li hola Marbêla ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê paneleke diyalogê li dar dixe. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li bajarokê Eror ê gundewarê bajarê Girkê Legê ji bo piştgiriya QSDˋê daxuyaniyekê dide. (10:00) Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr jî bi heman wesîleyê li pêş navenda xwe daxuyaniyekê dide. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan merasîma bîranîna şehîdên mehên Kanûn û Çileyê li dar dixe. (14:30) BI WÊNE Û DÎMEN