Li Pakistanê teqîn: 6 kes hatin kuştin

Komeke çekdar teqîna ku li herêma Belûçistan a başûrê rojavayê Pakistanê çêbûye, ku di encamê de herî kêm 6 kes hatin kuştin, girt ser xwe.

Li Pakistanê teqîn: 6 kes hatin kuştin
4 ÇILE, 2025   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsan, li herêma Belûçistanê ya başûrê rojavayê Pakistanê teqînek çêbû, di nav de leşker herî kêm 6 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Komeke çekdar ew teqîn girt ser xwe.

Berpirsê polîsên xwecih ji AFPˋê re daxuyand ku di êrişa bombeyan a li dijî erebeykê de di nav de leşkerên nobetdarên sînor, herî kêm 6 kes mirin.

Her wiha berpirsekî ewlehiyê yê xwecih ji AFPˋê re got diyar e êrişa li dijî hêzên berleşkerî "xwekujî" bû.

Li aliyekî din jî berdevkê "Artêşa Rizgariya Belûçistan" got wan êriş pêk aniye û ew teqîneke xwkujî li dijî erebeya artêşa Pakistanê bû.

(fr)