Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şerî "El Colanî" hewl dide kom û serokên wan bixe nava artêşa Sûriyeyê da ku piştre li dijî wî dernekevin, lê Ewropa desthilata Îslamî li Sûriyeyê qebûl nake, li aliyekî din jî metirsiyên vegera DAIŞˋê di sala nû de hene.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
5 ÇILE, 2025   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rojnameyên erebî yên hefteya borî di rojevên xwe de behsa siyasetên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, serdana şandeya Ewropî ji Şamê re û xeteriya vejînbûna çeteyên DAIŞˋê kiribû.

RÊVEBERIYA NÛ YA SÛRIYEYÊ DIXWAZE CÎHADIYÊN BIYANÎ BIXE NAVA ARTÊŞÊ

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişande ser erkdarkirina endamên berê yên rêxistinên çekdar weke efserên artêşa ku dê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed were avakirin, nivîs. Li gorî rojnameyê, "Pisporê komên cîhadî û karûbarên Sûriyeyê Eymen Temîmî diyar kir ku di nav wan kesên ku navên wan hatine binavkirin de 3 kesên biyanî ji  Uygurî, Urdunî û Tirk hene.”

Di dewama nivîsê de hate diyarkirin ku "Çavdêr di wê baweriyê de ne ku El Colanî hewl dide van koman û serokên wan bihewîne da ku piştre li dijî wî dernekevin û wan bike ku di saziyên nû yên dewletê de bêne helandin.”

Di nivîsê de îşaret bi kesayetê bi navê Ebû Husên El Urdûnî hate kirin û hate gotin "Generalekî cîhadî ye di şoreşa Sûriyeyê de li Emmanê pirsa wî tê kirin."

Li ser heman mijarê rojnameya El Quds El Erebî jî wiha nivîsî: “Tişta ku di erkdarkirina kesê bi navê Ebû Husên El Urdunî de xuya dike, ew e ku selefî û cîhadiyên Urdunî xwedî pareke bibandor in. Lê heta niha hayê kesî ji badora ewlehî û siyasî ya vê tiştên tune ye, ne jî hayê.”

‘PEYAMÊN EWROPAYÊ JI BO RÊVEBERIYA NÛ YA SÛRIYEYÊ: EM Ê HIKUMETEKE ÎSLAMÎ FÎNANSE NEKIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê wiha nivîsî: "Serdana wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û yê Fransayê Jean-Noel Barrot, roja înê ji bo Şamê, çend peyamên Ewropayê ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê re bi xwe re anîn. Ya herî girîng jî ew e ku Ewropa piştgirîya tu hukmekî îslamî qebûl nake û rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dê bi asta pêşketina pêvajoya siyasî ve girêdayî be.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Hêzên rojavayî tirsa xwe ji serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê bi serokatiya Heyet Tehrîr El Şam venaşêrin. Tevî ku ew serkirdayetî hewl dide bibêje ku Sûriye dê nebe "Efganistana nû" û dê sîstem rêveberiya wê piralî be û kêmneteweyan biparêze.”

Rojnameya El Quds El Erebî jî di bin sernavê "Sûriye û Fransa: Siberoj çi ye?” gotarek weşand.

Rojnameyê wiha nivîsî: "Ev serdan ji aliyekî ve nîşan dide ku guhertinên siyasî yên mezin ku li Sûriyeyê qewimîne, têne fêmkirin û hebûna rejîma nû tê pejirandin, ji aliyekî din ve hewldaneke ji bo têkiliyên erênî ye, wek destpêkek ji bo naskirina wê ya siyasî.”

ˋÊRIŞA NEW ORLEANS Û XETERIYA VEGERA DAIŞˋÊˊ

Di rûpelên sereke yên rojnameyên erebî yên vê hefteyê de xeteriya vegera DAIŞˋê rojev bû, bi taybet piştî êrişa li ser bajarê New Orleans yê Amerîkayê di şeva sersalê de. Rojnameya Şerq El Ewset bi sernavê "Peyamên êrişên terorîst ên di sersalê de çi ne?" gotareke nivîsî.

Di gotara rojnameyê de hat diyarkirin ku Şemsedîn Cebar ku welatiyekî Amerîkî ye, bi erebeya xwe û bi zanabûn pêlî komeke welatiyên li kolana taxeke Fransî ya li bajarê New Orleans kiriye, di encamê de heta niha 15 welatî hatine qetilkirin û hin jî birîndar bûn. Hemwextî wê welatiyekî din ê amerîkî Matthew Levelsberger erebeyek li pêş hotêla Trump International a Las Vegasˋê teqand. Her du êrişkar jî hatin kuştin. Di êrişa teqandina erebeyê de jî 7 kes hatin kuştin.

Rojnameyê diyar kir ku bê guman Şemsedîn Cebar DAIŞˋî ye, ji ber ku ala DAIŞˋê di erebeya wî de hat dîtin. Her wiha têkiliya Matthew Levelsberger bi Cebar re hebû, ji ber ku her duyan bi hev re di baregeheke artêşa Amerîkayê de xizmet dikir.

Di gotara rojnameyê de hat destnîşankirin ku ev êrişên hatine kirin, divê der barê de lêpirsîn bên kirin û nîqaşên kûr li ser vegera DAIŞˋê û tevhî komên terorîst bên kirin. Gelo cîhan ji bo vê vegera ku dê ji berê hovtir be amade ye, ji ber ku nifşên nû yên DAIŞˋê mîna El Qaîde fêr bûne û xwe bi pêş xistine.

(fr)