ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4/8/2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4/8/2025
4 tebax, 2025   02:00

Şêniyên Til Koçer diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêvajoya aştiyê sernakeve û wiha got: “Rêbertî misogeriya bingehîn a pêkanîna aştî û demokrastiyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar dabû ku di mehên havînê de li kantona Cizîrê jeneratorên taybet rojê 16 saetan bixebitin, lê ta niha li gelek bajarên kantonê ji ber gelek sedeman ev biryar hatiye paşguhkirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyê eşîra Zibeyda ya erebî banga piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û diyar kir ku hikûmetên otorîter demkî ne, lê têkiliyên civakî û girêdanên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de dê her û her bimînin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, destnîşan kir ku entegrasyon şirîktî ye û got: “Di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de wê li ser esasê şirîkbûnek nû Sûriyeke nû were avakirin. Ev yek bi zorê nayê çêkirin. Xelkê Dêrazor û Reqayê dixwazin xwe bi xwe birêve bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrîn û Şehbayê li kantona Reqayê têkildarî koçberiya bi darê zorê û mafê vegerê panelek bi sernavê “veger maf e, ji bîrkirinê re na û ji tawîzan re na” li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Koperatîfan a kantona Reqayê firina “El Heyat” (Jiyan) li kolana El Qîtar a bajêr vedike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Reqayê panelek bi sernavê “Bi pêşengiya jinên sûriyeyî ber bi civakeke bê nakokî” li avahiya meclisê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Pêşbirga Nivîskarê Siberojê ya Zarokan li Navenda Çand û Hunerî ya Hûrî ya li Amûdê didome saet di 9:00`an de di Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrî ya li bajarê Hesekê saet di 12:00`an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê şehîd Emmar Mihemed Elûş, Emmar Mihemed Xelîfe, Elî Elûş, Izedîn Seîd El Xelîfe û Mazin Ebdullah El Xelef ên di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, li goristana şehîdan a Şedadê oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)