Hêzên Erka Xweparastinê bi şêniyên Tebqayê re civiya

Hêzên Erka Xweparastinê bi şêniyan re li bajarê Tebqayê civiya. Di wê civînê de soza şopandina têkoşînê hate dayîn û teqezî li yekitiyê hate kirin.

3 tebax, 2025   23:22
TEBQA

Li bajarê Tebqayê Hêzên Erka Xweparastinê di Navenda Çand û Hunerê de, civîneke berfireh li dar xist. Şervanên hêzê û malbatên wan, malbatên şehîdan û rûspiyên êlên bajêr, tev li civînê bûn.

Di civînê de fermandarê giştî yê Hêzên Erka Xweparastinê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Projeya herêmê gelek girîng e. Ji sûriyeyiyên li azadiyê û rûmetê digerin re, bûye hêvî.”

Mehmûd wiha domand: “Projeya demokratîk a ku bi xwîna zarokên vê axê hate avakirin, îsbat kir ku diakre tevahî sûriyeyiyan hemêz bike. Giyanê nîştimanî yê ku piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê serwer bû, bû model. Parastina vê modelê jî, erka hêzên leşkerî û gel e.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Hamid El Ferec wiha axivî: “Hêzên herêmê ji vîn û berxwedana gel e. Ji bo vê axê, me zêdetirî 12 hezar şehîd dan û zêdetirî 20 hezar şervan jî birîndar bûn. Ji ber vê mîrasa têkoşînê, Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ya komker e ku avakirina Sûriyeya demokratîk armanca wê ye.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem Hannan jî got: “Gelê herêmê rûmet û azadî ji xwe re kiriye rê, em jî dayîkên şehîdan dikarin beyî zarokên xwe bijîn lê bê rûmet nikarin bijîn.”

(şx)

ANHA