‘Azadiya Rêber Apo misogeriya aştî û demokrasiyê ye’

Şêniyên Til Koçer diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêvajoya aştiyê sernakeve û wiha got: “Rêbertî misogeriya bingehîn a pêkanîna aştî û demokrastiyê ye.”

‘Azadiya Rêber Apo misogeriya aştî û demokrasiyê ye’
4 tebax, 2025   02:35
QAMIŞLO
BESMA ŞEMO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang û daxwazên şêniyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir dibin. Şêniyên Til Koçer a Katnona Cizîrê di vê çarçoveyê de daxwaza xwe dubare kirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Mihêmîd di vê der barê de destnîşan kir ku fikir û felsefeya azad a Rêber Apo rêbaza bigehîn a jiyanê ye, her wiha rêya yekane ya pêkanîna aştî û civaka demokratîk a di herêmê û cîhanê de ye.

Mihêmîd di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku divê Rêber Apo serkêşiya vê qonaxa hesas bike, di demekê de hîn jî dewleta Tirk tecrîdê li Îmralî didomîne û wiha dom kir: “Tecrîda li Îmralî rola Rêberî ya serxistina pêvajoya aştiyê asteng dike. Baweriya me ya bê dawî bi Rêber Apo û bîrdoziya wî heye. Ji ber wê em daxwaza azadiya fîzîkî  ya Rêber Apo dikin. Azadiya Rêbertî dê bibe gava yekem a serxistina pêvajoya aştiyê.”

Şêniyê bi navê Salim El Hemîd jî li ser mijarê birbîr xist ku gavên Rêber Apo avêtine her tim bi zelalî û rastî pêk hatine û ev tişt anî ziman: “Gelek însyatîfên aştiyê dane destpêkirin. Herî dawî jî banga Aştî û Civaka Demokratîk bû. Rêber Apo berpirsyariyên xwe ji bo serxistina pêvajoyê, bi cih tîne, lê dewleta Tirk bi cidiyet nêzî mijara Kurd nabe. Mijarê di aliyê ewlehî de digire dest."

El Mihêmîd di dawiya axaftina xwe de jî got, Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li herêmê ye û wiha dewam kir: “Pêvajoya Rêbertî daye destpêkirin, navenda çareseriya li Rojhilata Navîn e.”

Jina bi navê Fatma Xelef Sultan ji aliyê xwe ve da zanîn ku girîng e Rêber Apo di nava gelê xwe de be û ev tişt anî ziman: “Em di bin bandora şerê heyî de ne. Ji ber wê em li benda aştiyê ne. Ji bo Aştiyê hebûna Rêber Apo ya di nav civakê de gelekî girîng e. Ew tenê dikare rêya aştî û demokrastiyê bi rê ve bibe.”

Fatma di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku heger dewleta Tirk di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de cidî ye, dê Rêber Apo serbest berde ji ber ew misogeriya aştî û demokrasiyê ye.

(dc)

ANHA