ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 - 10 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 - 10 - 2025
4 cotmeh, 2025   02:00

Bi boneya salvegera 6`emîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, li kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê kampaniyayeke komkirina îmzeyan dide destpêkirin (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû beşên xwe daxwaza sîstemeke nenavendî kir ku tevkariya adilane mîsoger bike û rêzê bide taybetmendiyên pêkhateyên Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê zêdetirî 5 hezar mal û bi sedan dikanên ku piranî li Kolana Raco ya Efrînê ne, desteser kirine. Li kêleka wê sûcên revandinê û astengiyên li dijî şêniyan didomin. BI WÊNE.

Li têketina bajarê Til Temirê jineke koçber a ji Serêkaniyê yê dagirkirî di dikaneke biçûk de nanê sêlê çêdike da ku debara malbata xwe bike. BI WÊNE Û DÎMEN.

Şervanên QSDˊê 3 hewldanên derbasbûnê yên komên hêzên hikumeta veguhêz li herêma Dêr Hafirê têk birin û got ew amade ne bersiva her êrişeke dijî herêmê bidin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" de, Kongra Star Ii bajarê Şedadê çalekiyekê li dar dixe. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Bi boneya Roja Navneteweyî ya Mamosteyan, Yekitiya Mamosteyan a bajarê Qamişloyê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan mûman vêxe. (17.00). Bi heman boneyê dê rêveberiyên dibistanan ên bajarên Dirbêsiyê û Til Temirê çalakiyan li pakrewangehan li dar bixin (18.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Navenda Lêkolînên Jineolojiyayê ya bajarê Dêrikê dê li navenda xwe şehîd Nagîhan Akarsel bi bîn bîne (18.00) BI WÊNE Û DÎMEN.