Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rêyeke din ya Şêx Meqsûdê girt

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rêya nû ya ku diçe taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê girt, berya niha jî gelek rêyên taxê hatibûn girtine.

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rêyeke din ya Şêx Meqsûdê girt
3 cotmeh, 2025   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Din navbera taxên Şêx Meqsûk û Eşrefiyê û taxên din ên Helebê 7 rêyên sereke hene (Çerxereya El Yerimûk, çerxereya El Cindol, rêya El Hedîqa, çerxereya El Şîhan, Telia Eşrefiyê, El Ewarid, El Cezîra). 

Beriya niha bi çend rojan Hikûmeta veguhêz bendên ji axê danîn ser rêya El Yerimûk ku li rojavayê taxa Şêx Meqsûd û rêya çerxereya El Cendol ku li bakurê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye.

Îro êvarê li ser rêya nêzî Nadiya El Cela jî bendên axê danîn, vê yekê hişt ku çûnûhatina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê were girtin.

Li gorî peymana ku di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û nûnerên hikûmeta veguhêz a li Helebê de hatiye îmzekirin, 7 xalên kontrolê yên hevbeş di navbera Hêzên hikûmetê û Hêzên Ewlekariya Hundir'n de li her du taxan li ser wan rêyên sereke hatine danîn.

Lê ji ber ku hinek ji wan rêya ji hêla hêzên hikûmetê ve hatin girtin, êdî karê hevbeş li wan bendê kontrolê nema.

(ac)

ANHA