Endazyarekî Elewî piştî revandina wî hate kuştin 

Cenazeyê endezyar Mecid Xelîl ku niştecihekî Elewî yê taxa El Someryê yê Şamê ye, li bajarê El Senemîn li gundewarê bakurê Derayê hat dîtin. Mecid Xelîl beriya du rojan dema ew ji karê xwe vedigeriya hatibû revandin

Endazyarekî Elewî piştî revandina wî hate kuştin 
3 cotmeh, 2025   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, li ser laş Xelîl nîşanên îşkenceya giran û birînên guleyan hebûn, ev yek nîşan dide ku berî ew ji bo nexweşxaneya bajarê Senemîn were veguhastin hatiye kuştin.

Meha borî, di dema operasyoneke ewlehiyê de li taxa El Someryayê, endamên komeke çekdar a girêdayî hêzên hikûmeta veguhêz, ku ji aliyê kesekî bi navê "Ebû Huzeyfe" ve tê rêvebirin, êriş û heqaretên mezhebî li Xelîl kirin.

(ac)

ANHA