ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4 - 1 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4 - 1 - 2025
4 ÇILE, 2025   02:00

Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re gaveke baş e û got, "Mifteya çareseriyê li Girava Îmraliyê ye.” BI WÊNE Û DÎMEN

Ciwanên di van demên dawîn de bi awayekî xwebexş dest bi parastina herêmên xwe kiriye, behsa sedemên hilgirtina çekan û girîngiya wê kir. Ciwanan got ev erkeke neteweyî ye ku dikeve ser milê her kesî. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên li bajarê Til Birakê diyar kir ku divê qanûn werin danîn ku mafên jinan û rola wan di siberoja Sûriyeyê de mîsoger bikin û got jin di civakê de nûnertiya aştiyê dikin, nabe rola wan were paşguhkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê diyar kir ku hêzên wan dikarin herêmê ji xetereya tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Gelên Sûriyê 15’ê Adara 2011’an di dîmeke ku bayê bihara azadiyê li herêmê serwer bû de,  destpêkê jin û hemû kesimên azadîxwaz bihêviya guhertina rêveberiya dîkdator a BAAS’ê  û ji bo avakirina rêveberiyek demokratîk serî hildan. Lê mixabin bi destwerdana hêzen derve raperîna Sûriyê, bi destwerdana komên cihadîst ên girêdayî hêzên derve, herêm  veguherîn qonaxeke şerê wekaletê yê demdirêj.

Zivistanan êş û zehmetiyên koçberan zêdetir dibin. Tevî vê yekê jî koçber di wê baweriyê de ne ku zivistan wê dirêj neke, wê bihar were û herêmên wan ji dagirkeran werin rizgarkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê sersaxiyê didin malbata şehîd Jînda Botan, şehîd Weten Dêrazor û şehîd Feysel Mûsa li kantona Reqayê. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a kantona Reqayê serdana deverên rizgarkirî yên başûrê rojhilatê Reqayê dike da ku alîkariyê pêşkêşî wan deveran bike û ji nû ve werin rêxistinkirin. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

HPC'ê bi daxuyaniyekê li bajarê Til Birak piştgiriya xwe ji berxwedana QSD'ê re ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nîşan dide. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên şehîdên berxwedana bendava Tişrînê li goristana şehîd Dîcle dispêrin axê. (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê QSD'ê şehîd Elî Qamişlo li goristana Delîl Sarûxan dispêrin axê. (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN