Ketina welatiyên Lubnanê ji bo Sûriyeyê hat astengkirin

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji bo welatiyên Lubnanê yên ku dixwazin derbasî Sûriyeyê bibin, hin şert danîn. Hate diyarkirin ku ev biryar demkî ye û ji ber nakokiyên di navbera herdu aliyan de ye.

Ketina welatiyên Lubnanê ji bo Sûriyeyê hat astengkirin
3 ÇILE, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî ewlekariyê yê Lubnanê û berpirsekî Sûriyeyê da zanîn ku hikumeta demkî ji bo welatiyên Lubnanê yên ku dixwazin derbasî Sûriyeyê bibin, hin şert hatine danîn.

Berpirsê Lubnanê diyar kir ku ev biryar demkî ye û ji ber nakokiyên di navbera herdu aliyan de ye. Nakokî jî ji ber nêzîketiya nebaş a hikumeta Lubnanê bi penaberên Sûriyeyê yên li Lubnanê re ye.

Girêdayî wê, artêşa Lubnanê ragihand ku leşkerên lubnanî hewl dane deriyekî sînorê yê nerewa li nêzî Beelbekê yê bakur rojhilatê Lubnanê bigirin, bi hin sûriyeyiyên nenas re bi hev ketine û di endamê de 5 leşkerên lubnanî birîndar bûne.

Hikumeta Lubnanê diyar kiribû ku daxwaza wê ya pêşxistina têkiliyan bi Sûriyeyê re heye.

(mh)