ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-8-2025
31 tebax, 2025   02:00

Nivîskar û çalakvana Jin a Sûriyeyî Sara Ebas daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û got ku şoreşa jinan vediguherîna hêzê dikare guhertina civakî û siyasî bi rê ve bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Serêkaniyê ji hikûmeta Şamê xwestin xalên peymana 10’ê Adarê, pêk werin û bi taybet xalên girêdayî vegera koçberan a  bi ewle. BI WÊNE Û DÎMEN

7`emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer wê 15`ê Îlonê bi beşdariya zêdetirî 20 koman dest pê bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarê Kurd Burhan Şêx Reûf destnîşan kir ku di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî ya li bajarê Silêmaniyê de pirsgirêkên girêdayî jinan û ciwanan û mijarên wekî xurtkirina hevkariya Kurdî - Erebî hatin nîqaşkirin, her wiha gavên pratîkî yên van mijaran hatin nîqaşkirin. Şêx Reûf diyar kir ku beşdaran ji bo pêkanîna edalet û aramiyê girîngî da pêkanîna demokratiya civakî ya herêmê. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên erebî diyar kir ku di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de hîna nakokiyên cewherî li ser têgehên demokrasiyê hene û dane zanîn ku destwerdanên derve, di ser de yên dewleta Tirk di kar û barên Sûriyeyê dewam dikin. Rojnameyan der barê Lubnan û Îsraîlê de jî destnîşan kir ku istiqrara herêmê girêdayî gavên pratîkî ne daxuyaniyên fermî. BI WÊNE Û DÎMEN

Ofisa Têkiliyan ya MSD`ê bi sernavê " Nêrîne Stratejîk bo Sûriyeyê û siberojê" li hola civînan a bajarê Reqeyê formekê li dar dixe (10:00)

Şêniyên bajarê Dêrikê û gundewarê wê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocallan dê meşekê li dar bixin, meş li Meydana Azadî ya Dêrikê dest pê dike. (10:00)

Yekîtiya Şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sernavê "Av li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa heyî û astengî" formekê li dar dixe, li Hola Serdem yan bajarê Hesekê. (10:00)

Peymangeha Bilind a Hunerê û Dibistna Mûzîka Klasîk, li hola Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo şahiyekê li dar dixin. (11.00)

Şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocallan dê meşekê li dar bixin. (11:00)