ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2026
31 adar, 2026   02:00

Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan a tenduristî her ku diçe xerabtir dibe, dewleta Tirk ji bo azadiya wî û çareserkirina pirsgirêka Kurd gav neavêtine û got “Em ê di nava 3 rojan de nameyan ji saziyên navneteweyî re bişînin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Kurê Îsam Hesen Ebdulselam ev zêdetirî 2 meh e dîl hatiye girtin. Bav û dayika Ebduselam hêviyên xwe qut nekirine ku kurê wan serbest were berdan. Çavê wan li rêya vegera kurê wan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Girke Legê dibêje tenê biryarname têrê nakin, divê mafên Kurdan di destûrê nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Hevkariya Mirovî û Geşepêdanê bi hevkariya Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê, konferansa dawîn a bi navê "Ber bi Rûbirûbûna bi Raboriyê re - Ber bi Mekanîzmayek Sûrîyeyî ji bo Avakirina Aştiyê" li Xwaringeha Şeto ya bajarê Hesekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi nêzbûna 4ˊê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re, û bi destpêşxerêya Kongra Star, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan, zarokên şehîdan ên bajarê Qamişloyê kefên destên xwe boyax dikin, li qumaşekî spî didin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê ji bo 63 şehîdan li hola Navenda Çand û Hunerê merasîma bibîranînê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Komek ji çalakvanên bajarên Hesekê û Dirbêsiyê ji bo protestokirina êrişên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyan li dar dixe; li sûka Dirbêsiyê, 11.00ˊan, li keraca Hesekê, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN