ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2024
31 ÇILE, 2024   02:00

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko êrişên PDKˊê li dijî HPGˊê şermezar kirin û got ew kiryar dikevin xizmetî dewleta Tirk a dagirker û hewldana wê ya lawazkirina Kurdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên MSD`ê diyar kir ku armanca dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker û koçberkirina ciwanan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şîrketên dermanan ên girêdayî hikumeta Şamê, bi alîkariya hikumetê keysbaziya dermanan dikin, wan vedişêrin ji bo ku nirxê wan biha bikin. Ji ber wê ji 2011`an ve bi rêjeya ji sedî hezar û 500 derman biha bûne.

Li gorî plansaziya xebatê û dabînkirina pêdiviyên dibistanan û sererastkirinên guncaw Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê li navçeya Dirbêsiyê û bajarokên wê 113 dibistanan sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê ji bo gerîlayê HPGˊê şehîd Salih Tewfîq li gundê El Maşî yê Minbicê merasîmeke xiyabî li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊBi hêza civaka rêxistinkirî em demokrasî, azadî û edaleta civakî pêk bîninˊ Konfedarasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Mişwar a Reqayê kongreya xwe ya demezrîner li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrikê cenazeyê şervanê YPGˊê Mazin Osman li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPGˊê Mecîd El Ezîl li goristana şehîdan a Til Hemîsê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan li Navenda Aram Dîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê bi merasîmekê 106 şehîdan bi bîr tîne, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji bo şermezarkirina darvekirina 4 ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê û ji şermezarkirina xiyaneta malbata Barzanî meşekê li dar dixe, meş ji Qada Jina Azad heta bi Qada Aştiyê ya Kobanê dest pê dike, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA