Meclisa  Gelan a Demokratîk a Minbicê civîneke asayî li dar xist

 Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê, bi amadebûna endamên Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Rêveber a kantona  Minbicê, bi armanca qebûlkirina daxwaza bidawîkirina erkê Mihemed Xêr Şêxo, ku Hevserkê Meclisa Rêveber a Minbicê bû civîneke asayî li dar xiat.

Meclisa  Gelan a Demokratîk a Minbicê civîneke asayî li dar xist
Meclisa  Gelan a Demokratîk a Minbicê civîneke asayî li dar xist
30 ÇILE, 2024   21:57
MINBIC

Civîn bi pêşkêşkirina daxwaza bidawîkirina erkê Mihemed Xêr Şêxo ji endamên Meclîsa  Gelan a Demokratîk re û dengdana li ser erêkirinê dest pê kir.

Di dawiyê de mertaleke rêzgirtinê ji Mihemed Xêr Şêxo û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Nûra El Hemîd hat pêşkêşkirin, ew mertal ji bo rêzgirtina li hember keda wan di dema bi rêvebirina kar û projeyên hatine meşandin de ye.