ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-12-2023
30 kanûn, 2023   02:00

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakî û bernameyên çandê re ji muzîkê heta wêje, şêwekarî û çîrokan mohrek li salê hat xistin. (BI WÊNE).

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide di aliyê siyasî, aborî û ewlehî de derbeyê li Rêveberiya Xweser bide û got: "Dewama van êrişan dê karesateke çêke ku dê bandorê li tevahî cîhanê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ermenên li Hesekê diyar kir ku armanca dewleta Tirk vîna gelan bişikîne û gotin: "Em ê ji berê bihêztir bin û balafirên dewleta Tirk a dagirker berxwedana me têk nabin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Welatiya bi navê Rozîn Bekir a ku koçberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê bûye ji bo germkirina 8 zarokên xwe di vê zivistanê de û di gel dewama dorpêça hikumeta Şamê, bermahiyên kargehên endustiriyê kom dike û dişewitîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xelkê Dêrikê sînamger Mensûr Kerîmyan ê 25’ê Kanûnê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişloyê şehîd bû, ber bi deriyê sînor ê Sêmalkayê ve oxir dikin, saet di 09.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ziyaret dike, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Perwerdeyê ya Tirbespiyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyekê li ber avahiya xwe dide, saet di 10.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Qamişloyê li dijî êrişan meşekê li dar dixin, meş ji taxa Kornîş dest pê dike, saet di 12.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagikrer şêniyên navçeya Dirbêsiyê meşekê li dar dixin, saet di 12.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN.
Yekitiya Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dike, saet di 13.00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA