ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-11-2026
30 mijdar, 2026   02:00

Siyasetmedaran bang li hêzên siyasî yên kurdî kirin ku nakokî û berjewendiyên partiyetî bidin aliyekî û helwesta yekbûyî nîşan bidin. Siyasetmedaran anîn ziman ku qonaxa heyî lidarxistina kongreyeke neteweyî  hewce dike ku nûnertiya îradeya gelê Kurd bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi zivistanî û baranê re rewşa koçberên li kampan dijwartir dibe. Koçber banga destekê û vegera bilez a li warê xwe dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tîma Agirkujiyê ya bajarê Hesekê ji 3 mehan ve mûçeyên xwe wernegirtiye û bê desteka darayî û lojîsîk xebatên xwe didomîne. Nebûna mûçe û destekê gefê li ser domandina xebatên tîmê çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekar diçin dibistanan lê mazot nîne. Malbatên wan jî bêçare mane û dibe ku destûrê nedin ew biçin dibistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD'ê ya bajarên Til Temir û Zirganê civîna xwe ya salane li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li dar dixe, saet 10.00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a PYD'ê ya bajarê Çilaxayê konferansa xwe ya salê li dar dixe, saet 10.00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca xwedîderketina li Başûrê Kurdistanê çalakiyek li çerxerêya Şehîd Serhed a bajarê Hesekê tê lidarxistin, saet 16.00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)