Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn a Deqên Şanoyê bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn a Pêşbirka Deqeyên Şanoyê ya bi diruşma “Şano jiyan e” ya li Qamişloyê hat lidarxistin bi xelatkirina xwediyên deqên şanoyê yên serketî, beşdaran û kesên hiştî mîhrîcan bi ser bikeve, bi dawî bûn.

29 mijdar, 2026   21:44
QAMIŞLO

Çalakiyên Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn a Pêşbirka Deqeyên Şanoyê ya bi diruşma “ Şano jiyan e” ya ku li Parka Xwendinê ya Qamişloyê bi beşdariya 17 deqên şanoyê bi zimanên Kurdî û Erebî hat lidarxistin, bi dawî bûn.

Mîhrîcan ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ve, bi sponsoriya Şîrketa Dayîna Elektronîk a Masariyê hat organîzekirin û çalakiyên wê di 27’ê vê mehê de dest pê kirin.

Çalakiyên îro bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, dûre sînevîzyonek li ser kurtejiyana nivîskar û wêjevanên navdar li herêmê hat pêşandan. Piştre li ser navê komîteya nirxandinê Newaf Mela Beşîr axivî, bal kişand ser girîngiya xebata şanogeriyê û got şano dikeya jiyanê bi wateya wê ya kûr ava dike, ji ber neynika rastiyê ye ku azarên civakê û şadiyên wê derdibirîne.

Beşîr spasiya organîzator û xebatkarên hiştî ev dewre bi ser bikeve kir û banga lidarxistina zêde ya fena van çalakiyan kir.

Piştî axaftina Beşîr, şanogerên bi rêya dikaya şanoyê û xebatên cuda yên hunerê jiyana terxanî huner û pirsgirêka Kurd kirine hatin xelatkirin, weke şehîd Cuma Îbrahîm (Bavê Teyar) û hunermenda koçkirî Gulistan Tahir.

Li kêleka wan, derhêner, alî û kesên hiştî çalakiyên vê mîhrîcanê bi ser bikeve hatin xelatkirin û navên 3 deqên astên destpêkê wergirtine hatin xelatkirin.

Mîhrîcan bi stranên ji hêla Mahsûm Şikakî û kurê wî Azad Şikakî ve û dîlanên beşdaran bi dawî bû.

(f)