Hêzên Îsraîlê derdora Bendava Mentera ya Quneytrayê topbaran kir

Hêzên Îsraîlê derdora bendava Mentera ya gundewarê Quneytrayê bi obîsan topbaran kir.

Hêzên Îsraîlê derdora Bendava Mentera ya Quneytrayê topbaran kir
29 mijdar, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê derdora bendava Mentera ya gundewarê Quneytrayê bi obîsan topbaran kir. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin ragihandin.

SOHR'ê ragihand ku rêyên diçin bendavê bi têlan û dorpêçkirina derdorê hatine girtin, lew ra şênî û cotkar nikarin xwe bighînin bendavê. Li gel wê metirsiyên şêniyan hene ku ji ava bendavê bêpar bimînin.

Li gorî daneyên SOHR'ê, hêzên Îsraîlê ji destpêka îsal (2026) ve 6 êrişên hewayî û 118 êrişên bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîne. Di van êrişan de derdora 13 hedef (depoyên çekan, baregeh, erebe) hatin îmhakirin û 7 kes hatine kuştin.

(bb)