Îranê şertê vekirina Hurmuzê got, Trump gefa êrişê xwar

Tehranê li berambera daxwazên xwe yên di çarçoveya rêkeftina danûstandinê de vekirina Tengava Hurmuzê pêşkêş kir. Li aliyekî din jî Trump gefa êrişeke leşkerî xwar.

Îranê şertê vekirina Hurmuzê got, Trump gefa êrişê xwar
29 mijdar, 2026   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku pêşniyara Tehranê ya danûstandinê hîna pêşkêş kiriye û destnîşan kir ku ger daxwazên welatî wî bên bersivandin wê di demeke kurt de Tengava Hurmuzê vekin.

Eraqçî anî ziman ku Îranê berê jî daxwazên xwe ji Amerîkayê re pêşkêş kirine û got serok Donald Trump li ser hejmarek daxwazan îmze kiriye.

Li gorî malpera Axios’ê, Trump got Washington derfetekê dide Îranê ji bo gihandina rêkeftinekê û hişyarî da ku Amerîka wê tesîsa “Çiyayê Fais” hedef bigire û Tehran nikare bersivê bide.

Trump hêvî kir ku bigihîne rêkeftinekê, lê têkildarî bersivdana Îranê mixabîniya xwe nîşan da û got ew bawer nake ku qebûl bikin.

(f)