Welatiyek piştî hat revandin kuştî hat dîtin

Welatiyekî ku berî çend rojan hatibû revandin, kuştî li taxa Miftî ya Hesekê hat dîtin.

Welatiyek piştî hat revandin kuştî hat dîtin
29 mijdar, 2026   21:33
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ya Hesekê ragihandine, şêniyên bi navê Hewaş Rîfaî El Xilêf ê berî çend rojan ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin. Cenazeyê wî îro li devera Dahiya ya taxa Miftî ya bajêr hat dîtin.

Şahidan diyar kir ku Hewaş ku hosteyekî ceyranê ye, roja sêşema borî bi mebesta kar ji bajarê Hesekê derketibû.

Li gorî şahidan, Hewaş piştî rojekê ji revandinê bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û jê re gotibû ku ew hatiye revandin, kesên wî revandine 30 hezar dolar jê xwestine.

Hewaş El Rîfaî ji gundê Til Hermela yê Zirganê ye û li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi cih dibû.

Hêzên Ewlekariya Hundirin lêkolîn dan destpêkirin.

(bb)