ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-07-2026
30 tîrmeh, 2026   02:00

Li Kobanê pirsgirêkên xizmetguzariyê nayên çareserkirin, şaredarî jî diyar dike ku ew li benda budçeyê ye da ku dest bi projeyan bike. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên Çilaxayê girêdana xwe ya bi yekitiya pêkhateyên herêmê re anî ziman û hewldanên derxistina fitne û cudakariyê red kirin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Li Nexweşxaneya Şehîd Zaw Seng a Til Temirê xizmet kêm bûye. Şêniyan banga destekkirina nexweşxaneyê kir. Xebatkarên nexweşxaneyê jî diyar kir ku di çend mehên borî de desteka derman û pêdiviyên bijîşkî sekiniye û ji 5 mehan ve karmendên nexweşxaneyê mûçeyên xwe wernegirtine. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Endamên PYD‘ê got divê dewleta Tirk di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên cidî biavêje û destnîşan kir ku pêdivî bi naskirina mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd di destûrê de heye. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Di yek ji çalakiyên ku cara yekem tê lidarxistin de, jinan bi libên genim û berhemên destan di Festîvala Genim a Salane ya Yekemîn de jinan berhemên xwe ya herêmê û girêdana xwe ya kûr bi xakê re nîşan da. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Bajarê Girkê Legê derbarê mijara darezandina şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Çîçek Kobanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li pêşiya navenda PYD`ê ya li bajêr daxuyaniyekê dide, saet 11:00`an. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên bajarê Til Temir ji bo başkirina rewşa jiyanî û kêmkirina buhayê sotemeniyê li pêşiya Geracê saet 19:00`an çalakiyeke protestokirinê li dar dixe.(BI DÎMEN Û WÊNE)

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, şehîdên Kanûn, Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmeh ên ku di cih û salên cuda de şehîd bûne bi bîr tînin, merasîmê bîranînê li Pekrewangeha Şehîd Dijwar ê li gundê Dawidiyê tê lidarxistin, saet 19:30`an. (BI DÎMEN Û WÊNE)