Parêzeran daxwaza mafên Warîşe Muradî kirin

Parêzerê Warîşe Muradî diyar kir ku sînorkirinên li ser Warîşe Muradî ne ji pêdiviyên qanûnî, lê ji "tercîhên kesane" wan daxwaz kirin ku mafên wê yên bingehîn, wekî çavdêriya bijîşkî, telefon û hevdîtina bi malbata xwe re werin misoger kirin.

Parêzeran daxwaza mafên Warîşe Muradî kirin
29 tîrmeh, 2026   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Warîşe Muradî di hevpeyvîneke bi malpera "Emtadat" re fikarên xwe yên kûr li ser rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya li Girtîgeha Evînê anîn ziman. 

Keyvan Ezîzî diyar kir ku muwekîla wê nêzîkî sê salan e di girtîgehê de ye û ji pirsgirêkên giran ên herniyûma dîskê ya stû û piştê dikişîne. Tevî reçeteyên bijîşkên pispor û bijîşkê girtîgehê, zêdetirî neh meh in ku Muradî ji bo navendên tenduristiyê yên li derveyî girtîgehê nehatiye veguhastin û ji alavên bijîşkî yên pêwîst bêpar hatiye hiştin. Ezîzî bi bîr xist ku Muradî di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûbû û hîn jî bandorên wê birînê dikişîne, her wiha tekez kir ku li gorî rêziknameyan, veguheztina girtiyan bo derveyî girtîgehê di rewşên wiha de mafekî qanûnî ye.

Parêzerê din ê Warîşe Muradî, Emir Sajjadî, daxuyaniyên hevkarê xwe piştrast kir û destnîşan kir ku îhmalkariya bijîşkî tenê bi neşandina navendên derve sînordar nemaye. Tevî ku bijîşkê girtîgehê destûr da ku hin alavên bijîşkî bên bikaranîn û ev alav ji aliyê malbata wê ve hatin peyda kirin jî, rayedarên girtîgehê hîn jî wan nadin Muradî. Sajjadî diyar kir ku radestkirina van amûran bi şertê "pabendbûnek bê têkilî" ve hatiye girêdan; şertek ku di rêziknameyên dîsîplînê yên girtîgehê de ti bingehek wî nîne û mehrûmkirina girtiyan ji tenduristiyê nayê rewakirin.

Parêzeran her wiha bal kişandin ser sînorkirinên ên li ser girtiya siyasî û gotin ku her çend qedexeya telefon û hevdîtinê ya ku berê ji aliyê desteya dîsîplînê ve hatibû ferzkirin qediyabe jî, ev qedexe hîn jî di meriyetê de ne û tu biryareke nû ji wan re nehatiye ragihandin. Parêzeran anîn ziman ku ev sînorkirinên zêde encama "tercîhên kesane" ne û daxwaz kirin ku mafên qanûnî yên Muradî yên wekî çavdêriya bijîşkî, telefon û hevdîtina bi malbata xwe re bi lez bên dayîn.