ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-04-2024
30 nîsan, 2024   02:00

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên beriya 31 salan ên têkildarî Başûrê Kurdistanê de bal kişandibû ku îhtîmala pêkanîna senaryoyên mîna yên Qibris û Antakyayê li Başûr heye. Mumkune Kurdan hemuyan tasfiye bikin.   (BI WÊNE)

Çalakvanên siyasî yên kantona Cizîrê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo bişaftina gelên herêmê şerê taybet dide meşandin, lê belê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan armancên wê hatin têkbirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca astengkirina xebatên cotkaran êrişên xwe li ser gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê zêde kirin. Di encama êrişê de cotkarek şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên amadekirina çinînê dewam dikin, hemwextî wê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê amadekariyên wergirtina genim ji cotkaran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê amadekariyên avakirina nexweşxaneya jin û zarokan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi çinîna berhemên kemûn û colbanan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hesinkarê biçûk ê ji Şedadê pîşeya hesinkariyê veguherand asteke nû ya huner û afirîneriyê. Ji bermahiyên hesin lîstokên zarokan çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li ser Qanûna Dabeşkirina Îdarî erê dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Reqa cenazeyê şehîd Ednan Mistefa Mihemed li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên ˊHefteya Wêjeyêˊ yên ku ji hêla Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên lidarxistin di roja xwe ya 4ˊan de dewam dikin, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)