ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-01-2026
30 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên Dêrikê girîngî da sekna li kêlka YPJ û QSDˊê, berdewama têkoşîna li ser metoda şehîdan û got ew ji bo parastina herêmê, nasnameya Kurdî li dijî her metirsiyekê amade ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar û akademîsyenên Misrî diyar kir ku misogerkirina mafên Kurdan û naskirina Rêveberiya Xweser ewlehiyê bi pêş dixe û firsetên avakirina dewleteke Sûriyeyê ya adilane û giştî xurt dike. Siyasetmedaran hişyarî da ku êrişên li dijî Kurdan ku hewlên têkoşîna li dijî DAIŞˊê qels dike û banga tevgerîna lez li civata navneteweyî kir ku Kurdên li Sûriyeyê biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

Dektor Umran Hemîd Hisên di çarçevê serferberiyê de ji Şengalê derbasî Rojava buye da ku ciyê xwe di nava berxwedana Rojava de bigre. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Kordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed anî ziman ku yekîtiya gelê Kurd wê deskeftiyên Rojava biparêze û divê jinên Kurd pêşengiya vê yekê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rûspiyên êlên Kurdan diyar kirin ku pîlansaziya fitne xistina navbera pêkhateyên Rojava mezin û xeter e û bang li hemû pêkhateyên herêmê kirin ku vê pîlansaziyê têk bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Kantona Cizîrê ji bilî sazî û dezgehên alîkariyê, koçberên ku herî dawî ji Tebqa û Reqa hatine jî bi hevkariyekê pêdiviyên xwe pêşkêşî cihên eleqeder dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo şehîd Ehmed Hêmin Omer ê ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê tev li berxwedana Rojava bûye, merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê li dar dixe, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN