Balyozê Îsraîlê serdana Nivîsgeha Rêveberiya Xweser a Almanyayê kir

Balyozê Îsraîlê yê Almanyayê Ron Prosor li ser hesabê xwe yê Xˊê daxuyand ku wî îro serdana Nivîsgeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Berlînê kir.

Balyozê Îsraîlê serdana Nivîsgeha Rêveberiya Xweser a Almanyayê kir
29 ÇILE, 2026   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Îsraîlê yê Almanyayê Ron Prosor Nivîsgeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Berlînê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Berlînê kir. Prosor der barê serdana xwe de li hesabê xwe yê Xˊê ev parvekirin kir: “Îro min serdana Nivîsgeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê kir.

Dostaniya di navbera gelên me de ne tenê li ser bingeha berjewendiyên hevpar e; ew girêdanek kûr û mayînde di navbera hindikahiyên li Rojhilata Navîn de ku neçar in ji bo parastina xwe şer bikin.

Divê cîhan û Ewropa ji bîr nekin ku Kurd li eniyên pêş li dijî DAIŞˊê û Îslamîstên din ên ku dê bigihîjin Ewropayê şer kirin.

Cîhan û bi taybetî Ewropa nabe bêdeng bimînin. Divê em hikûmeta Sûriyeyê ji ber van êrîşan berpirsiyar bigirin û mafên Kurdan û hemû hindikahiyan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî daîmî misoger bikin. Divê civaka navneteweyî jî bi awayekî çalak ewlehî û parastina Kurdan misoger bike.”