Li Helebce û Soran alîkarî ji Rojava re hatin komkirin

Kampanya alîkariyê ya li Helebce ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin dawî bû, li sînorê îdareya Soran jî alîkariya hatibû berhevkirin ji bo Rojava wê bê şandin.

Li Helebce û Soran alîkarî ji Rojava re hatin komkirin
29 ÇILE, 2026   23:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re li Parêzgeha Helebce kampanya alîkariyê hatibû destpêkirin.

Kampanya alîkariyê ya li ber Baxê Giştî ya Helebce ji bo 4 rojan hatibû destpêkirin, saetên êvarî dawî bû.

Rêveberê Odeya Pêngava Krîzan a li Parêzgeha Helebce Firyad Necmedîn ji Rojnewsê re axivî û got: “Me jî weke hemû cihên din li Helebce dest bi komkirina alîkariyê kir. Welatiyan di asteke baş de cihê xwe di kampanya alîkariyê de girtin. Alîkariya me kom kirî wê bi rêya desteyeke taybet ji bo Rojava bê şandin. Alîkariyên me wê bidome, em Helebce êş û xemên we dizanin.”

Soran

Li aliyê din li îdareya serbixwe ya Soran alîkariya ku demek bû hatibû berhevkirin, ji bo Rojavayê Kurdistanê hate şandin. Hate gotin ku wê alîkarî bê komkirin.

Kampanya alîkariya li îdareya Serbixwe ya Soran hatibû destpêkirin 5 rojan dom kir, 12 barhilgir û nêzîkî 200 milyon dînar hatibû komkirin. Ev alîkariya hatî komkirin ji bo Rojava wê bê şandin.