ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-9-2025
3 îlon, 2025   02:00

Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê heta niha 77 caran xalên Peymana 1’ê Nîsanê ya ku bi Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re hatiye îmzekirin, binpê kiriye. 

Jinên ji bajarê Kobanê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û gelên bindest têdikoşek bêhempa dike û got: "Em ê jî heya pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin." BI WÊNE Û DÎMEN

Li Sûriyeyê hin alî di nava hewldanên belavkirina kîndariyê û bê aramiyê de ne. Akademisyen û oldaran diyar kir ku Sûriyê welatekî pireng û hevgirtinî ye.  Oldar û Akademisyen bang li hemû aliyan kir ku dûrî kîndariyê hevgirtin xwe ya civakî xurt bikin, li ser maseya diyalogê rûnin û biryarên ji bo civakê bidin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li xaka Rojava ya bi bereket tenê berxwedaneke siyasî û leşkerî pêş neket, di heman demê de deriyê bîra (hiş) gel hate vekirin, li ser dil û zimanê gel şoreşekê zîl da. Ji ber ku şoreş beriya her tiştî karê ruhî ye; di dilan de dizê, bi sitranan tê ziman, di wêneyan de têşe dibîne û bi helbestan bêdawî dibe. Di Heqîqeta ku li Rojava tê jiyan kirin de diyar dibe ku şoreş ne tenê guhertineke siyasî û deshilatdariyê ye, di heman demê de ji nû ve avabûnek çandî ye jî. Bêhna ji nû ve avabûna rêxistinkirî ya li Rojava TEV – ÇAND e. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Zarokan a Reqayê di roja duyemîn de li hola Tac a bajarê Reqayê berdewam e (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê sersaxiyê didin malbata şehîd Emîne El Elî (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Zarokan a ku tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kiriye, li bajarê Kobanê didome (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk li bajarên Dêrik, Hesekê û Çilaxayê têkildarî nêrîna siyasî û olê ya kongreyê ji siberoja Sûriyeyê, civînên cuda li dar dixe. Li bajarê Dêrikê li Navend Çand û Hunerê ya bajêr (10:00), li Navenda Çandî ya Hesekê (10:00), li bajarê Çilaxa li hola PYD`ê (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

10`emîn Festivala Zarokan a ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND`ê ve dest pê kiriye, di roja sêyemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Girkê Legê didome (16:00). BI WÊNE Û DÎMEN