Li Pakistanê êriş: 11 kes hatin kuştin

Li herêma Belûcistan a başûr rojavayê Pakistanê, li dijî kombûneke siyasî êrişeke xwekuj rû daye. Di encamê de qurbaniyên canî çêbûn.

Li Pakistanê êriş: 11 kes hatin kuştin
2 îlon, 2025   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`yê ku agahiyên xwe spartin 2 berpirsên herêma başûr rojavayê Pakistanê, ragihandin ku li dijî kombûneke siyasî li başûr rojavayê Pakîstanê, êrişeke xwekuj rû daye û di encamê de herî kêm 11 kes hatiye kuştin. 

Li gorî rayedarên ku navên xwe eşkere nekirin, teqîn di geraca stada Kiweysayê de çêbûye ku bi sedan alîgirên Partiya Nîştimanî ya Bilucistanê li wir kom bûbûn. Di encama wê êrişê de di heman teqînê de 18 kes birîndar bûye.

(ac/şx)

ANHA