ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 - 8 – 2024
29 tebax, 2024   02:00

Hejmara komên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan derket, 362’yan. Li 7 kantonan 6 Hezar û 733 kes paraznameyan dixwînin. Di nava wan de 96 kom ji jinan pêk tên.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxê de 13 gundên kantona Minbicê bi zêdetirî 230 guleyên hawnan û 3 fuzeyan hedef girtin, di encamê de zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn.

Şêniyên Dirbêsiyê bang li partiyên siyasî kir ku li hember hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re helwestekê nîşan bidin û diyar kir ku tişta PDK dike "li dijî nasname û çanda gelê Kurd xiyanet e".

Çalakvanê siyasî Esed Menan diyar kir ku di hewldanên dagirkeriya Tirk ên normalîzekirina li gel hikumeta Şamê de windakarê herî mezin komên çeteyan in, yan dê xwe teslîm bikin an jî bi hikumeta Şamê re li hev werin an jî ji Sûriyeyê derkevin.

Şaredariya Gel a Hesekê xebatên xizmetguzariyê ku destpêka salê li gorî plansaziya xwe dabûn destpêkirin, didomîne.

Li hember bandorên guhertina avhewayê li ser çandiniyê ku di encamê de gelek zevî hişk bûn û hilberîna xwecih kêm bû, tedbîrên ku divê bêne girtin çi ne?

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi diruşma ˊÇand rihê mirovahiyê yeˊ Navenda Çandê ya Holê vedike, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo bîranîna şehîdên meha Tebaxê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan merasîmekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişa dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûbûn, li taxa Şêxmeqsûdê meşekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)