Ciwanên Helebê mijarên Sosyolojiya Azadiyê nîqaş kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê mijar û dozên di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan de nîqaş kirin.

28 tebax, 2024   23:11
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di çarçoviya kampanyaya navneteweyî de li ser nîqaşkirina dozên di parêznameya Sosyolojiya Azadî ya Rêber Abdullah Ocalan de hatine, panelek li dar xist. 

Panel li qada Goristana Şehîdên Berxwedana SErdemê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf bi beşdariya ciwanên meclisan, komîn, partiyên siyasî, tevger û navendên lêkolînan hat organîzekirin.

Di panelê de 4 pirsgirêkên Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe Sosyoljiya Azadiyê de axiviye, hatin nîqaşkirin û wiha ne: "pirsgirêkên siyasî û exlaqî yên civakê", "pirsgirêkên cudabûna çînan û burokrasiya di civakê de, “pisgirêka zayendperestiya civakî, şoreş, jin û serjimariya nifûsê” û “pirsgirêka azadiyê" hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê Rîm Mulhim, endama rêveber a Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sewsen Bîlal, endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Canyar Omer doz xwendin.

Dûre beşdaran nîqaş li ser van dozan kirin. Endama Ciwanên PYD'ê Aya Xermenda bal kişand ser reşkirina têgiha siysetê li gorî berjewendiyên pergalên zordest û got: "Siyaset hunera birêvebirina mijaran e. Lê dewlet û rejîmên desthilat nêrîneke xwe ya cuda ji bo vê têgehê hene û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin."

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Şukrî Elo diyar kir ku di serdema hemdem de berovajî serdemên berê, ezezîtî û lîberaliya takekesî serwer e, ev jî dihêle nirx û exlaq winda bibin.

Elî got: "Pêwist e em çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine bixin pratîkê ku civakeke exlaqî-polîtîka ku tê de edalet û wekhevî serwer be, ava bikin."

(mh)