ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 7 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 7 – 2025
29 tîrmeh, 2025   02:00

Şaredariya Gel a Hesekê projeya ji bo kolana El Muftî ya bazirganî da destpêkirin. Dê şaredarî kevirên interlock deyne, daran lê içîne û pergala ronîkirinê çêke. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Eyn Îsayê baweriya xwe ya bi raman, têkoşîn û felsefeya rêber Abdullah Ocalan anî ziman û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî û hevdîtina bi wî re kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber xirabûna binesaziyê li kantona Cizîrê, krîza elektrîkê dijwar bûye. Bi zêdebûna germahiyê re zehmetiyên welatiyan jî zêdetir bûne. Tevî biryarên şaredariyê yên xebitandina jeneretoran a 16 saetan, xwediyên jeneretoran pabendî biryarê nabin, ev jî êş û zehmetiyan girantir dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Oldarên Hesekê bal kişand ser jiyana hevbeş û biratiya gelan di avakirina welatekî de ku hemû pêkhateyan hembêz dike. Oldaran destnîşan kir ku xîtaba kînê têkiliya xwe bi olan re tune ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarên Amûdê û Girkê Legê 2 civînên cuda ji bo şîrovekirina mekanîzma xebata komînan li hola PYD’ê ya bajarê Amûdê û li nivîsgeha Yekitiya Karkeran a Rimêlanê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG’ê şehîd Şervan Tirbespiyê (Kawa Cuma) li pêşiya mala malbata wî ya li bajêr li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN