ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2025
29 cotmeh, 2025   02:00

Siyasetmedar Xiyas Niêsa diyar kir ku rêya çareseriyê guhertina bingehîn a desthilata heyî ya Sûriyeyê ye û da zanîn ku guhertinên pêk hatin ne rizgarkirin bûn, lê ew lihevkirina navneteweyî û herêmî bû. Her wiha got ji bo guhertina demokratîk divê Rêveberiya Xweser û hêzên demokratîk beşdarî proseya siyasî bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên koçber ên ji Serêkaniyê yê dagirkirî ku li bajarê Til Temirê dijîn, diyar kir ku vegera li warên wan ên dagirkirî bêyî garantiyên ewlehiyê yên rastîn tê wateya vegera nava xetereyê. Jinan da zanîn ku vegera ewle bi vekişîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolîner û siyasetmedar Mihemed Îsa diyar kir ku gava Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi wêrekî, dê derfeta pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan zêdetir bike. Îsa destnîşan kir ku dê bi vê gavê nêrîna dijminane ya dewleta Tirk li ber projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan têk biçe. BI WÊNE Û DÎMEN

Projeyên xwedîkirina masiyan li herêma Sehil El Xab a parêzgeha Hemayê rastî astengiyên mezin hatine, bi taybet ji ber nebûna dengeya di navbera masiyên ji derve tên û masiyên herêmê de, têkçûyîna binesaziya herêmê ji ber şer û nebûna piştgiriya hikumetê ya ji vê qadê re. BI WÊNE

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Minbic û gundên wê dagir kirine. Bi vê dagirkeriyê re rewşa şêniyên Minbicê ber bi têkçûnê û bêaramiyê ve çûye. Aborî ji ber bêewlehiyê bi paş ketiye, di heman demê de xizmetguzarî nemaye, ev jî dibe sedema zêdebûna sûcan, bêkarî û koçberiyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Sewalvanên bajarê Şedadê û gundewarê wî diyar kir ku hişkesalî û buhabûna êmê bandor li bihayên sewalan jî kiriye. Sewalvanan da zanîn ku ji bo peydakirina êm ew neçar bûn ku hin sewalên xwe bifiroşin û got ku ev yek gefê li sewalvaniya li herêmê mayî dixwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi sernavê "Bi pirrengiya çandî em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin" li gundê Girê Mozan ê gundewarê Amûdê Festîvala Neteweya Demokratîk li dar dixe, 09.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha El Şerq a kantona Reqayê, şahiyekê ji bo beşa yekemîn a derçûna xwendekarên xwe li avahiya zanîngehê ya li bajêr şahiyekê li dar dixe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN