Li perava Sûriyeyê li pêş polîsxaneyekê teqîn

Li taxa Qenînes ê bajarê Laziqiyê kesen nenas parçeyek teqemenî avêt pêşiya polîsxaneyekê, di encamê de teqiya. Ev 2 roj e li peravê bûyerên wiha çêdibin.

Li perava Sûriyeyê li pêş polîsxaneyekê teqîn
28 cotmeh, 2025   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li taxa Qenînes ê bajarê Laziqiyê, kesên nenas parçeyek teqemenî avêtin têketina polîsxaneya li taxê. Li gorî agahiyên destpêkê, bombeyeke deng hatiye avêtin, lê tu birîndarî çênebûn.

Ev yek, hemwextî rageşiya ewlehî li herêmên hikumeta veguhêz pêk tê.

Duh jî, dengê teqînek dijwar li Kornîşa başûr, lê nêzî têketina karaca Banyasê rû dabû. Piştre li nêzî polîsxaneyekê erebeyek dişewite hat dîtin.

(fr)