Li rojhilatê Şedadê qeza; ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Di qezaya trafîkê ya li ser rêya gundê Huwêziyê yê gundewarê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê de ciwanê bi navê Xemîs El Serhan jiyana xwe ji dest da.

Li rojhilatê Şedadê qeza; ciwanekî jiyana xwe ji dest da
28 cotmeh, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di qezaya trafîkê ya li ser rêya gundê Huwêziyê yê 25 kîlometre li rojhilatê bajarê Şedadê ye, ciwanê bi navê Xemîz El Serhan (30) jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, qeza ji ber lihevqelibîna kamyonekê û motorsiklêtê pêk hat.

Aliyên eleqedar tavilê dest bi lêpirsînên bûyerê kir, cenazeyê wî ciwanî jî rakirin nexweşxaneyekê.

(fr)