Hûsiyan êrişî keştiya petrolê ya Erebistana Siûdî kir

Hûsiyan keştiyek petrolê ya Erebistana Siûdî bi mûşekên balîstîk kir hedef û îdia dikin ku keştiyê biryara dorpêça deryayî binpê kiriye.

Hûsiyan êrişî keştiya petrolê ya Erebistana Siûdî kir
28 tîrmeh, 2026   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serîi ragihand ku wan keştiyek petrolê ya Erebistana Siûdî kiriye armanc û got, keştiyê biryara qedexeya deryayî ya li ser Erebistana Siûdî binpê kiriye.

Serîi bi daxuyaniyekê got, keştiyê ji ber ku guh neda bangên hişyarkirinê hat hedefkirin. Her wiha anî ziman ku êriş bi mûşekên balîstîkî hatine kirin û keştî neçar kirine ku paşde vekişe.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan ragihand ku dê biryara qedexeya deryayî ya li ser Siûdî bidomînin.

(bb)