ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2026
29 hezîran, 2026   02:00

Rewşenbîrên ji bajarê Til Temirê gotin, rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê pêdiviyek e. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê li Sûriyeyê Fîras El Qesas diyar kir ku endamên parlamentoya Sûriyeyê demokratîk nehatine hilbijartin û taloqkirina civîna parlamentoyê tu nirxekî xwe yê siyasî nîn e. BI WÊNE

Rêya navneteweyî ya M4, piştî şerê li Sûriyeyê veguheriye qadeke pêşbaziya aborî di navbera hêzên herêmî de û wek korîdoreke bazirganiyê ya stratejîk ji Deryaya Spî heta Iraqê derdikeve pêş. BI WÊNE

Şêniyên Çilaxayê li beramberî biryara bihabûna elektirîkê ne razîne û gotin: "Bila Gerînendetiya Elektirîkê li biryara xwe vegerê û li gorî rewşa wan biryaran bigire."  BI WÊNE Û DÎMEN

Çavkaniyên ku dosyaya koçberên Kurdên li bajarê Reqayê dişopînin, diyar kir ku  tevî di civînên fermî de soz hatine dayîn jî, ew dosya ji hêla pratîkê ve sekinî maye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şandeyek ji Zanîngeha Kobaniyê gera xwe ya Ewropayê bi îmzekirina 3 peymanên hevkariya akademîk bi zanîngeh û navendên lêkolînê yên li Polonya û Almanya re bi dawî kir. Şandeyê her wiha beşdarî konferans û semînerên navneteweyî. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Hesekê, Til Temir, Zirgan û Derbêsiyê ji destpêka demsala çandiniyê ve derdora 33,016 donim erdên çandiniyê şewitîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Kampanyaya paqijiya giştî ya ku ji aliyê Meclîsa Bajarê Til Temrê û Şaredariya Gel ve hatiye destpêkirin, berdewam dike. 09.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Star li Kobanê ji bo bîranîna salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) li nivîsgea Partiya Yekîtiya Demokratîk civînekê li dar dixe. Her wih dê li Navenda Çand û Hunerê ya li Dirbêsiyê civînek bi heman boneyê tê lidrxistin. 10:00 BI WÊNE Û DÎMEN

Meclîsa Malbatên Şehîdan li Qamişloyê ji bo 134 şehîdên ku di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de, di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek bîranînê li dar dixe. Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê 10:00 BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha Rojava dê pêşangeha xwe ya zanistî ya yekem veke. Pêşangeh li avahiya zanîngehê li taxa Hilaliyê ya Qamşloyê dê were lidarxistin. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Dêrikê dê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Hawar Sîdo li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bispêrin axê. 18.00 BI WÊNE Û DÎMEN