ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2024
29 hezîran 2024   02:00

Şêniyên Çilaxa piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyên azadiyê re nîşan da û got: "Çawa bi rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya 1982'yan Kurd ji hewldanên qirkirinê hatin rizgarkirin, dê bi heman rihî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

Şêx Seîd Pîran beriya ku were darvekirin gotibû "Hûn nikarin gelekî îdam bikin û rê li ber doza wî bigirin. Xwîna me dê ala azadiyê bixemilîne.”

Apê Îsmaîl bi erebeya xwe ya kevin di nava bajarekî mezin û qerebalix de, gul û kulîlkên xwezayê difroşe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dr. Teysîr Abdulcebar El Alûsî diyar kir ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dixwazin hegemonyaya xwe ferz bikin ku yek ji wan şert û mercên li cîhanê bi kar anîn, ji bo ku hegemonyaya xwe bisepîne û aliyê din hewl dide guhertinan bi kar bîne da ku pergala pirqutbî çêbe.

Yekitiya Rewşenbîran a bajarêHesekê bi boneya salvegera 99’an a Şoreşa Şêx Seîd Pîranî, semînerekê li ser şoreş û mîraseyên têkoşîna gelan dide. Semîner li Parka Xwendinêy a bajarê Hesekê ji aliyê nivîskar Ebdulwehab Pîranî ve tê dayîn, saet 19.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA