Parêzeran ji bo rewşa Îmraliyê hevdîtin bi CPT re kirin
Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a li Strasbourgê re hevdîtin kir û got: "Me cidiyeta rewşê û bendewariyên xwe ji wan re ragihand."
![Parêzeran ji bo rewşa Îmraliyê hevdîtin bi CPT re kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202406/image_870x_667f963f1d016.jpg)
Parêzer Cengîz Yureklî têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan ku 40 meh in bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin, bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re li navenda wan a Strasbourgê hevdîtin kir.
Yureklî heman piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan ji CPT xwestin, serdana Îmraliyê bike û daxuyaniyeke têrker bide raya giştî.
Parêzer Yureklî li ser hevdîtinê got, "Me bi CPT re hevdîtin kir. Ji xwe me berê jî raporên xwe hemû pêşkêşî wan dikir. Me bûyerên dawî careke din destnîşan kir. Lê belê vê carê me firsend dît ku bi devkî bilêv bikin.