Şehîd Zîlan li Dêrikê hat bi bîranîn
Têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera 28’an a şehadeta xwe de li Dêrikê hat bi bîranîn.
Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 28’an a çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî), merasîmek li dar xist.
Merasîmê bîranîna şehîd Zîlan li navenda Dicle bi amadebûna bi dehan şêniyan hat lidarxistin.
Di merasîmê de Koma Avaşîn û Koma Alefteriya yên mûzîkê yên girêdayî Navenda Dicle stran li ser şehîd Zîlan gotin.
Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
ANHA