ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2024
29 gulan, 2024   02:00

Di hevdîtinên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê yên bi partiyên Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî re de, nêrînên ku partî li hundir û derveyî herêmê xebatên dîplomatîk bimeşînin derketin.

Şêniyên bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê destnîşan kirin ku ew li kêleka hêzên xwe yên leşkerî xwe biparêzin. Her wiha diyar kirin ku ew ê nehêlin dewleta Tirk axa wan a bi xwîna şehîdan hatiye avdan, qirêj bike.

Ji fermandarên YPJ`ê Bêrîtan Mihemed got şehîd Silava û şehîd Bêrîvan gihaştin wê qenatê ku têkoşîn beşeke jiyana rojane ye, bi taybet têkoşîna ji bo rizgarkirina jinan û destnîşan kir ku şehîd Silava û şehîd Bêrîvan rastiya jinên têkoşer û lêgerên azadiyê temsîl dikin.

Jinan li bajarê Dirbêsiyê biryara desthilata Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku ew li qadên têkoşînê bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Malbatên endamên ‘Peşmergeyên Roj!’ yên bi navê Sabrî Taha Sabrî, Faris Silêman Silê, Xelîl Xalid û Hesen Îsmaîl bang li wan kirin ku çeka dijmin deynin û tevlî parastina xaka xwe bibin, nexwe ew ê wan bi her awayî red bikin.

Li Kantona Dêrazorê rêyên di navbera bajarok, bajar û gundan de, her wiha peyarê tên sererastkirin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li ser hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Şedadê cenazeyê şehîd Ehmed Salih El Kerdoş ê Hêzên Erka Xweparastinê li goristana şehîdan vedişêre, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û taxa Xerbî ya Qamişlo û bajarokê Til Birakê namzetên xwe dide nasîn û bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera dike, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Aborî ya Kongra Star li bajarê Dêrik a kantona Cizîrê pêşangeha nivînan vedike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)