Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya Kongra Star a Helebê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di çalakiyê de mijarên têkildarî têgeha neteweya demokratîk hatin nîqaşkirin.

Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû
28 gulan, 2024   23:11
HELEB

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, di 26'ê vê mehê de Kongra Star a Helebê çalakiye konvedanê ya 3 rojan li dar xist. Di roja 3'yemîn a çalakiyê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meyade Erebo mijara yekemîn a bi navê "Demokrasî çareseriya guncaw a krîza Sûriyeyê ye" xwend.

ˊDEMOKRATÎKIRINA SÛRIYEYÊˊ

Meyade Erebo diyar kir ku pêwîstiya avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk di hemû qadan de heye, bi taybetî ya dîplomasî bi pêşengtiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD).

Endamê MSD'ê Arif Ebdo got: "Siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî neteweya demokratîk hişt beşek ji gelê Sûriyeyê bibin çete û ji bo berjewendiyên wê li Nîcer û Lîbyayê şer bikin, li dawiyê jî para wan di wî şerî de tune ye."

Hevseroka Meclisa Helebê a Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo diyar kir ku projeya neteweya demokratîk a ku bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye, hevgirtina civakî ya Sûriyeyê parast û hemû pêkhate di bin siya xwe de kirin yek.

ˊQADA SÊYEMÎNˊ

Di çalakiyê de her wiha rola neteweya demokratîk di rêxistinkirina civakê û saziyên wê de hat nîqaşkirin. Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê Merî Şiblî diyar kir ku taybetmendiya girîng a teoriya qada sêyemîn dihêle bêyî ku saziyên dewlet û civakê bên hilweşandin, encam werin bidestxistin û wan saziyan li gorî demokrasiya modernîte ji nû ve ava bike.

ˊPARASTINA NASNAMEYÊˊ

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirina Civaka Demokratîk a Helebê Menan Cafer destnîşan kir ku têgeha neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ziman û çand parast û civak ji bişaftinê parast.

ˊABORIYA CIVAKÎˊ

Têkildarî aboriya di bin siya neteweya demokratîk de endama Komîteya Aboriya Jinan Zeyneb Mihemed diyar kir ku aborî roleke mezin di parastina civakan de dilîze.

ˊMÎRASA WÊJEYÎˊ

Nivîskar û helbestvan Menan Heskêlo diyar kir ku projeyê roleke mezin di pêşxistina wêjeya Kurdî de lîst nexasim ku Rêber Abdullah Ocalan pirtûkek li ser destana Kurdî ya "Derwêşê Evdî" nivîsand.

Di dawiya çalakiya roja 3'emîn û ya dawîn de bi zimanên Kurdî û Erebî ji hêla endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star Nesrîn Mihemed û endama Akademiya Şehîd Hêzil a Perwerdê Dîlan Ehmed ve daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de "cezayên dîsplînî" yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û bal li ser berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a ji zêdetirî 25 salan ve hat kişandin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin desthilata faşîzma Tirk, rêxistinên navneteweyî di serî de CPT'ê li hemberî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan berpirsiyar in û hat destnîşankirin ku ev çalakî ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê ne yê dawîn be.

Di daxuyaniyê de spasiya ked û xebatên ji bo nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û navên partiyên beşdar û hemû sazî û tevgeran hatin bibîrxistin.

Di dawiya çalakiyê de komên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo stran li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.

(mh)